Penaberên Zummar û Tilefer dixwazin li malên xwe vegerin

Dihok (Rûdaw) - Di navbera bajarê Zumar û Tilefer de, bi sedan gundên kurd û ereb hene û niha nişteciyên wan navçeyan yên ku koçberî parêzgeha dihokê bûne, li hêvîya wê rojê ne ku li mal û milkên xwe vegerin.

Penaberên li kampên Dihokê yên ji derdora Zumar û Telefêrê koçberbûne niha dixwazin vegerin vih û warên xwe.


Ew bi hêvî ne ku careke din vegerin cihên xwe û dîsa gund û bajarên xwe ava bikin, lê heya niha piraniya navçeyên wan di bin destê çekdarên daişê de ne.