Şandek ji Kantona Cezîrê dê serdana Tirkiyê bike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Di van nêzîkan de Kantuna Cezîrê wê seredana Enqereyê biken ji  bo vekirina deryên sînorî bi tirkiyê re .

Berprsê Desteya Peywendiyên Derve yê Kantuna Cezîrê, Salih Gedo ji Rûdawê re ragihand : "Em bi niyazin seredana Enqereyê biken di rojên pêş de , armanca me ji van seredanan xweşkirina peywendiyane û hewldane ji bo vekirina deryên sînorî ye ".

Gedo herwesa got : "Di xweşkirina peywendiyên me bi Tirkiyê re, brayên me di Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) de li Bakurê Kurdistanî roleke erênî dibînin di xweşkirina peywendiyên me bi Enqerayê re , lê bi sedema helbijardinan li tirkiyê ne dûre ev seredan bikeve pşitî encamdana helbijardinan ".

Gedu di dawya gotinên xwede got ku:"Heta niha ti aliyekî bi fermî vexwendin  ji mere ne şandiye , û me jî bi fermî endamê şanda xwe destinîşan ne kirine , ev tenê hewl û niyazin ji bo em deryên sînorî yên Tirkiyû û Rojavayê Kurdistanê veken ".

Tê zanîn berya demekê şanda Peywendiyên  Derve ya Kantuna Cezîre bi serokatiya Salih Gedo seredana Bexdayê kiribû û di gelek cihan ragehandibûn ku wan tşitên erênî derbarê vekirina deryê Til Koçer de û xweşkirina peywendiyan di navbera Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeat Iraqê de bi dest anîne , lê heta niha ti berpirsan di hikûmeta Iraqê de red dikin ku ti serdan di navbera wan û şanda Kantona Cezîrê de çêbûbe.