DEM Partiyê derbarê şaredariya Stenbolê û Başak Demîrtaşê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê ragihand ku wan biryar daye li şaredariyên Bajarên Mezin ên Stenbol, Enqere û Antalyayê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da û tê de helwesta DEM Partiyê ya derbarê hilbijartinên xwecihî eşkere kir.

Doganê ragihand ew dê li Stenbol, Enqere û Antalyayê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijaritinên 31ê Adara 2024an bibin.

Doganê eşkere kir ku hevjîna hesvserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş ji bo berbijêriya şaredariya Stenbolê di hewza wan a berbijêran de ye.

Bi gotina Doganê ew dê 9ê vê mehê berbijêrên xwe yên Stenbol, Enqere û Antalyayê eşkere bikin.

Başak Demîrtaşê çend roj berê ragihandibû eger DEM Partî jî bixwaze ew amade ye ji bo serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bibe namzed.