Dayîka Kewê: Qerejdax mala Kurdên Başûr e, bila bên vê derê

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Sîweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, dikeve navbera parêzgehên Riha, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê.

Rûdaw çû Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya li navçeya Sêweregê ku wekî “Sê Goşeya Zêrîn ya Mezopotamyayê” tê naskirin weşan kir.

Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê di sala 1999an de hatiye avakirin.

Di vê demsalê de bi taybet dawiya heftiyê rojane 5 hezar geştyar diçin wê navendê.

Li aliyekî kebab tên çêkirin û li aliyê din jî li ber dengê daholê û zirneyê xelk govendê digerîne.

Ferqeke kaşûnvanên vir ji kaşûnvanên deverên din heye, piraniya mêran bi şelwarên Sîwêregê û jin jî bi cilên xwe yên herêmî kaşûnê dikin.

“Ev der gelekî xweş e”

Welatiya xelka devera Qerejdaxê ya bi navê Meryem Kengîş ku bi cil û bergên Kurdî kaşûnê dike ji Rûdawê re diyar ku ew ev çar sal in kaşûnê dike û got:

“Bavê min ez fêrî kaşûnê kir û ev çar salan ji bo keyfê ez kaşûnê dikim. Ez li Erziromê dixwînim lê niha bûye bêhnvedan, min jî got ez bêm memleketê xwe.

Ez dixwazim kesên ku ev der nedîtine bên vê derê bibînin. Ev der gelekî xweş e.”

“Bila xelkê Başûrê Kurdistanê jî bên”

Dayîka Kewê ya ji herêma Qerejdaxê jî amaje bi wê yekê kir ku herêma wan her demsalê xweş e.

Dayîka Kewê xwest ku geştyarên Herêma Kurdistanê jî biçin serdana wê derê û got:

“Em dê bi kêfxweşî mêvandariya wan bikin û qedrê wan bigirî. Em dê ji wan re bibêjin ev der memleketê we ye jî û yê me ye jî. Em yên hev in û kesên biyanî di nav me de nînin.”

Niha li vê navendê nîv metre berf li erdê ye .

Mamostayên wan ên fêrkirina kaşûnê bê beramber şagirtan fêrî kaşûnê dikin.

Lê hîn gelek pirsgirêkên wê hene û geştyar bi rêya mikrofoba Rûdawê balê dikişînin ser wan pirsgirêkan û dixwazin ew bêne çareserkirin.

“Divê pisgirêka cihê manê bê çareserkirin”

Xwediyê Kompanyaya Asûr Turîzmê Dogan Şan bû mêvanê bultena Bakurê Kurdistanê û behsa rewşa geştyariyê ya wê herêmê kir.

Dogan Şan diyar kir ku ji bo geşedana sektora geştyariyê divê zêdetir kar bên kirin û got:

“Eger em behsa Qerjdaxê bikin, li vê derê otêl nînin û mirov nikare lê bimîne. Dema mirov nekare li cihekê bimîne geştyariya wê jî pêş nakeve. Divê ev pirs bê çareserkirin.”

Welatî Hemze Agan jî behsa navendê kir û da zanîn ku cihekî gelekî xweş e lê kêmasiyên navendê jî gelek in.

Bi gotina Hemze Agan eger ew kêmasî çareser bibin û wate cihê mayînê werin çêkirin hejmara geştyarên ku diçin wê navendê dê zêdetir bibin.

Salane di demsalên havîn û zivistanê de bi sed hezaran geştyar diçin Qerejdaxa ku 60 kîlometreyan ji Amedê dûr e dikin.

Par milyonek û 253 hezaran geştyaran Amedê ziyaret kiriye ku piraniya wan geştyarên biyanî bûn û hêjmarek zêde ji wan geştyaran çûne serdana Qerejdaxê jî.