Li Rihayê 61 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 61 tohmetbar û gumanbar hatin desteserkirin ku derbarê 26 kesan de biryara cezaya girtîgehê hebû.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê, dawiya vê hefteyê ji bo desteserkirina tohmetbar û gumanbarên “dizî”, “talan”, “birîndarkirin”, “bazirganiya madeyên hişbir” û “sextekarî” kirine li navenda bajêr û navçeyan operasyon kir.

Di operasyonê de bi ser gelek navnîşanan de hat girtin û di encamê de 61 kes hatin desteserkirin.

26 kesên ku derbarên wan de biryara cezaya girtîgehê hebû radestî Girtîgeha Rihayê hatin kirin.

Hêzên ewlehiyê 35 kes ji bo karên îfadewergirtinê birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.