Li Amedê qeza: 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêlê ya Ameda Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla şofêrê wê H.B. û otomobîla M.K diajot Taxa Saricayê li hev qelibîn.
Di qezayê de şofêr û 2 kesên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên Tenduristiya Bilez a 112yê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.