Hêzên Rizgariya Efrînê: Di 2 çalakiyan de 5 çekdar hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrênê ragihandin, ku li Efrînê û Ezazê 2 çalakî pêk anîne, û di encamê de 5 çekdar hatine kustin, û 3ê jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin, ku yekîneyên ser bi wê ve, li gundê Mêremînê yê navçeya Şera ya Efrînê, û bajarê Marii yê ser bi bajarê Ezazê ve, 2 çalakiyên cuda li dijî gurupên çekdar yên girêdayî Tirkiyê pêk anîne.

Li gor daxuyaniya  Hêzên Rizgariya Efrînê di encamê de 5 çekdar hatine kuştin, û 3ê jî birîndar bûne.

Ji aliyê din, Hêzên Rizgariya Efrînê dan zanîn, ku artêşa Tirkiyê û gurupên bi ser wê ve, gundên navçeya Şêrawa û herêma Şehbayê, bi çekên giran toparan kirine, û firokeyên bê pîlot yên artêşa Tirkiyê jî, li ser asmanê devera navborî bê navber difirin.