Li Wanê aşût ket ser minibusekê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê aşût bi ser minîbusekê de hat û tîmên rizgarkirinê bi hawara wan ve çûn.

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez ragihand ku li navçeya Misê aşût bi ser minîbusekê de hatiye.

Mehmet Emîn Bilmez da zanîn ku li 33yemîn kîlometroya rêya Miksê minîbus û mekîneyeke kar di bin aşûtê de ma ye  tîm ber bi herêmê ve hatin veguehstin û li herêmê berfbarîn û mik zêde ye.

Bilmez got: “Piştî agahdarkirina ku aşût bi ser minibûsê ketiye, tîmên AFAD, UMKE, Servîsa Bileza a 112ê, karûbarên vekirina rêyan û cendirme ji bo herêmê hatine şandin.”