30 çiyager çûne ser lûtkeya Çiyayê Sîpanê
Hewlêr (Rûdaw) - 30 çiyager ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûne navçeya Elcewaz a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê û berê xwe dan lûtkeya Çiyayê Sîpanê.
Li ber Komeleya Werzişên Siruştî ya Sîpan a Elcewazê merasim hat lidarxistin û Antrenorê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê û Serokê Komeleyê Adem Gul di merasimê de axivî û got, ku ew bi 30 çiyagerên ku ji bajarên cuda hildikişin ser Çiyayê Sîpan.
Adem Gul wiha diyar kir ku zivistanê hilkişîna ser Çiyayê Sîpan êdî bi destê federasyona wan bû kevneşop.
Gul wiha got: “Hilkişîna ser çiyê di 1ê sibatê de 6 jê jin bi 30 çiyagerî ve dest pê kir. Wan şeva xwe li Zozanê Hespan li qada kampê derbas kir û plan dikin ku derkevin lutkeya Çiyayê Sîpan û vegerin Elcewazê. Hevalên me hemû perwerdeya çiyageriyê hildane."