Ahmet Turk: Îhtimala banga çekdanînê heye
Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk ku li gel şanda DEM Partiyê beşdarî hevdîtinên bi partiyên siyasî re dibe diyar kir ku di duyemîn an jî sêyemîn serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de eger heye banga çekdanînê bê kirin.
Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn li ser hevdîtinên Îmraliyê û bi pêşketinên dawî ji medya Tirkiyeyê re axivî.
Ahmet Turk herî dawî li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder beşdarî hevdîtinên li gel Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçeli bûbû.
Efûya giştî
Ahmet Turk da zanîn ku hevdîtina bi Bahçelî re baş derbas bûye, lê li ser “Efûya Giştî” nehatiye axaftin û di hevdîtinê de Ocalan jî behsa “mafê hêviyê” nekiriye.
Banga çekdanînê
Her wiha Ahmet Turk diyar kir, ew dixwazin Tirkiye pirsgirêka xwe ji midexaleyên derve dûr di nav xwe de çareser bike û eger heye di duyemîn an jî sêyemîn hevdîtina Îmraliyê de banga çekdanînê bê kirin.
Di beşeke din a axaftina xwe Turk da zanîn ku dê li gel hemû partiyên siyasî hevdîtin bên kirin û piştî wê careke din şand dê biçe Îmraliyê û rewş li gorî vê yekê bê nirxandin.
Berî du rojan parlamenterê AK Partiyê Huseyin Yayman li ser mijara çekdanînê gotibû: "Ez difikirim di meha Sibatê de dê mijar bê rojevê."