HSD: Tirkiye başûrê Kobaniyê topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiye herêma Pira Qereqozaxê û başûrê bajarê Kobaniyê "bi tûndî" topbaran dike.

Çavkaniyên herêmî amaje pê dikin ku Amerîka û Tirkiye berdewam in li şandina hêzan ji bo Kobanî û derdora wê.

Pira Qereqozaxê dikeve navbera Kobanî û Minbicê û tekanê rêya çûnûhatinê ye di navbera rojhilat û rojavayê Feratê.

HSDyê amaje bi şer û pevçûnên li herêmê kir û wiha got:

“Pira Qereqozaxê û başûrê bajarê Kobaniyê rastî topbarana tûnd a dagirkeriya Tirk tên."

Her wiha beriya wê, HSDyê ragihandibû ku şer û pevçûnên "giran" di navbera wan û çekdarên ser bi Tirkiyeyê de li başûr û rojhilatê Minbicê berdewam in û "bi dehan çekdar hatine kuştin û gelek tank û wesayîtên zirxî jî hatine têkbirin."

HSDyê her wiha anî ziman ku Tirkiyeyê bi dron û topên mezin, piştgiriya çekdaran dike.

Her wiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnên nêzîkî Pira Qereqozaxê û derdora Bendava Tişrînê ya li rojhilatê Minbicê de, 20 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ji aliyê şervanên HSDyê ve hatine kuştin.

Li gorî gotina SOHRê serkirdeyek Hêza Sultan Murad a çekdarên ê bi navê "Munîr Hecek" tê naskirin jî di şerê HSDyê de hatiye kuştin û 8 şervanên HSDyê jî birîndar bûne.

SOHRê amaje bi wê yekê dike ku tevî piştgiriya hewayî ya Tirkiyeyê, komên çekdar nekarîne li gundên derdora Bendava Tişrînê pêşve biçin.

SOHR: Amerîka çekên nû şandin Kobaniyê

Rêxistinê her wiha anî ziman ku karwaneke Amerîkî ya ji 20 barhilgirên mezin pêk tê, ji Herêma Kurdistanê dîwarên betonî, tankerên sûtemeniyê û tank û wesayîtên zirxî veguhastine bingehên leşkerî yên Til Beydar û Qesrekê yên Hisiçayê.

Piştre karwanekî din bi 20 barhilgiran, bi çek û amûrên leşkerî yên cuda cuda ji bingeha Til Beydarê çûne bajarê Kobaniyê.

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku ti plana wan a avakirina baregeheke leşkerî li Kobaniyê nîne.

SOHRê diyar kir ku Tirkiyeyê hêzên nû şandiye herlma Tele Sîriyatêl a li derdora Bendava Tişrînê.

 HSDyê jî berdewamî bi dronan êrişî hêzên çekdar dike.

Ev pêşhatên herî dawî rojekê piştî wê tên ku wezîrên karên derve yên Fransa û Almanyayê li Şamêl xwestin dawî li êrişên li ser HSDyê werin.

Amerîka û welatên rojavayî HSDyê wekî hevalbendên xwe yê sereke di şerê li dijî DAIŞê de dibînin.