Li Wanê du zarokan bi berfê peykerê Alan Kurdî çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, du zarokên bi navê Zeynep Nur Fazla û Elvîn Fazla, ji berfê peykerê Alan Kurdî  çêkirin.

Li bajarê Wanê, Zeynep Nur Fazla ya 12 salî û Elvîn Fazla ya 13 salî ku dodmamên hev in, ji bo ku balê bikşînin ser encamên bi êş û azar yê şer, ji berfê peykerê Alan Kurdî  di nav baxçeyê mala xwe de çêkirin.

Xebata Zeynep û Elvîn di torên medyaya civakî de deng veda.

Herdu keçên biçûk dibêjin, wan bi çêkirina peykerê Alan Kurdî xwestin balê bikşînin ser wêranî û kuştinên ku li Sûriyê di encama şer de pêk tên, herwiha herdu zarokan diyar kirin ku par wan ji berfê peykerê Zûrafe, Hesp û Gûr jî çêkiribûn.

Zeynep dibêje: “Zarok mala germ heq dikin, li gor min her kes di welatê xwe de divê mezin bibe.”

Elvîn Fazla jî got: “Ez dixwazim kêliyek beriya ya din, şer biqede û aîtî pêk bê, ji ber ku şer ji bo zarokan nexweşe.”

Alan Kurdî ji malbateke Kobanî bû û malbata wî wek gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê Sûriyê bi hêviya jiyaneke baş berê xwe dabû welatên Ewropa.

Di Îlona sala 2015an de Alan Kurdî ligel dayîk û biryarekî xwe, dema ku dixwestin biçin Ewropayê, di nav deryayê de xeniqîbûn. Ji wê rûdanê tenê bavê Alan rizgar bibû. Wê rûdanê dengek mezin veda bû.