Li Dêrsimê pezkovî dadikevin nav gund û bajaran

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemîzgezekê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, pezkovî li nêzîkî cihên niştecîhbûnê hatin dîtin.

Ji ber ku li Dêrsimê nêçîr qedexe ye û welatî girîngiyê didin jîngehê her ku diçe hejmara pezkoviyan zêde dibe.

Li Çemîzgezekê pezkoviyên li çiya û daristanan heta nêzîkî navenda navçeyê daketin.

Dîmenên keriyê pezkoviyan ji aliyê welatiyan ve hate tomarkirin.