Tirkiye û çekdarên wê gelek deverên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî Enqereyê gundewarên Efrîn, Minbic û Hesekê topbaran dikin.

Li gorî zanyariyên ji çavlaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundê Şewarxê li nahiya Şerayê ya Efrînê topbaran kirin.

Di heman demê de, li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar, gundên Ereb Hesen û Yalanlî yên Mibic topbaran kirin.

Nişteciyên hedu gundan jî welatiyên sivîl in.

Li navçeya Zirganê ya parêzgeha Hesekê jî gundên Hilêya Kurdî û Hilêya Erebî û gundê Bobî hatin topbarankirin.