88 kes hatibûn desteserkirin: 46 ji wan bi hinceta PKKyê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke hevdem a ku navenda wê Bedlîs e, li 9 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 88 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.

Ji 88 kesên desteserkirî 46ê wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihandibû ku bi hinceta “endamtî, alîkarî û fînansekirina rêxistinê” li 9 parêzgehan “operasyonek” dane destpêkirin û 88 kes hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya gotibû, hêzên wan di çarçoveya operasyonê de li parêzgehên Bedlîs, Mêrdîn, Wan û  Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol, Mersîn, Mugla, Edene û Duzce yên Tirkiyeyê bi awayekî hevdem bi ser 113 navnîşanan de girtiye û 88 kes desteser kirine.

Piştî îfadeyan, her 88 kesên desteserkirî ji bo dadgehê hatine şandin.

Bi biryara dadgehê 46 kes ji wan hatin girtin û 42 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Herwiha hat diyarkirin ku ji bo girtina 2 kesên din jî kar û xebatên hêzên ewlehiyê berdewam in.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlîkaya herwiha li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsîbû:

“Di lêgerînên navnîşanan de, hêzên me dest danî ser 5 kaleşnîkof, 7 demançeyên bê ruxset, 18 çifteyên bê ruxset û gelek belge û dokumentên rêxistinê.”

Ev demek e hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandeya rêxistinê” operasyonên xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di wan operasyonan de hejmareke zêde ya welatiyan tên desteserkirin ku piraniya wan berpirsên siyasî û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) in.