Dest bi hinardekirina Hinarên Helebceyê ji bo Brîtanya û welatên Erebî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî weşandina wêneya barhilgireke hinarên Helebceyê got, “Me soza xwe bi cih anî.” Xwediyê kompanya ku hinarên Helebceyê hinarde dike jî dibêje, dişînine Brîtanya, Qeter, Îmarat û Kuweytê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Înê 2ê Berfanbara 2022an, wêneyeke kamyoneke barhilgireke ku wêneyê hinarê lê ser e belav kir û nivîsî, “Me soza xwe bi cih anî.” Hinar ji parêzgeha Helebceyê tên hinardekirin.

Rêveberê Çandiniyê yê Helebceyê Star Mehmûd îro Şemiyê ji Rûdawê re got, “Em belgeyên tenduristiyê ji bo hinartina hinarên Helebceyê çêkiriye lê ji aliyê kompanyayekr taybet ve tên hinardekirin.”

Helebce salane nêzîkî 35 hezar ton hinar berhem tîne lê îsal berhem kêm bûye. Rêveberê çandiniya Helebceyê got ku îsal nêzîkî 12 hezar ton berhem çêbûye. Li ser sedema kêmbûna berhemê jî diyar kir ku par zivistana Helebceyê dijwar bû û pileya germê giha 15 pile di bin sifirê de, berf barî û pênc rojan ma. Sermayeke dijwar a biharê darên hinarê zuha kirin û hinek ji wan dîsa şîn nebûn.

Xwediyê kompanya Henarî Sazan Fereydûn Namdar ku take kompanya ye hinaran hinarde dike îro Şemiyê ji Rûdawê re got, “Nêzîkî 20 roj in em hinarên Helebceyê ji Brîtanya, Îmarat, Qeter û Kuweytê re dişînin. Kîloyek li gor qalîteya wan 2-4 euro ye.”

Namdar diyar kir ku proje ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ew tenê cibicî dikin û anî ziman, “Min girêbestek îmze kiriye ku heta 10ê mehê hezar ton hinar ji welatên diyarkirî re were hinardekirin û piştre ez ê hezar tonên din hinarde bikim.”

Hinarên Helebceyê bi barhilgiran di ser Tirkiye, Îran û parêzgehên Iraqê re tên hinardekirin.

Namdar got, “Pir girîng e. Min berhemên nêzîkî 80 cotkarên Helebceyê bi buhayê zêdetirî milyar dînaran kirî û ew pere rasterast daye cotkaran. Ji bo cotkar girîng e ku saxiya berhema piştrast be.”

Namdar anî ziman ku bi vê projeyê 140 heta 170 kar ji welatiyan re peyda bûye.

Piştî hinarê, tê plankirin ku berhemên din ên cotkarên Herêma Kurdistanê jî ji derve bên hinartin, ku ji wan jî bacanê sor û reş, zebeş, hejîr, xiyar û fêkiyan e.