Serok Barzanî: Em ji guhertina demografiya Rojava nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) –Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê li bajarokê Selahedînê pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) a bi serokatiya serokê encûmenê Siûd Mela kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di vê hevdîtinê de "rewşa siyasî ya Sûriyê û pêşhatên herî dawî yên siyasî û meydanî, rola welatên herêmî û navdewletî di rewşa Sûriyê de" hatine gotûbêjkirin.

Her di vê civînê de, “herdu aliyan nîgeraniya xwe derbarê hebûna hewlên ji bo guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê de û herwiha îşkencekirin û koçberkirina hevwelatiyên Kurd ji aliyê çekdarên tundrew ve nîşan dan.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “têkildarî paşeroja Sûriyê û nexşerêya aliyên Kurdî ji bo rûbirûbûna astengan û misogerkirina mafên siyasî yên gelê Kurd, serok Barzanî şêwirên pêwîst dane ENKSê.”

Duh Duşemê jî şanda Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kiribû û hevdîtinek pê re pêk anîbû.

Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de tekezî li ser avakirina yekîtî, yekrêzî û tifaqa di navbera alî û pêkhatên Rojavayê Kurdistanê de kiribû.

Serok Herêma Kurdistanê herwiha amadeyiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo hemû rengên alîkarî û piştgiriyê yên ji bo pêkanîna aramî, îstiqrar û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li Rojavayê Kurdistanê jî nîşan dabû û nîgeraniya xwe li ser hewlên ji bo guhertina demografiya navçeyê û kiryar û reftarên çekdarên tundrew ên opozisyona Sûriyê anîbû ziman.