Galeriya wêneyan

03-12-2017
16 Photos
Behmen Şahbazî

Kirmaşan (Rûdaw) – Qurbaniyên sereke yên şer û karesatan zarok in. Lê ev yek nabe sedem, ku beşîş û kena li ser lêva wan kêm bibe. Ew di nava agir û dûkelê de, di nava germ û sermayê de ji xwe re qada lîstokê çêdikin.

 

Zarokên Kirmaşanê jî wisa ne. Di erdheja mezin a 7.3 pileyên rîxterê de, li gorî amarên fermî, nêzîkî 500 kesan canê xwe ji dest da û 10 hezar kes jî birîndar bûn.

 

Herwiha li bajar û gundên parêzgeha Kirmaşanê bi hezaran xanî xirabûn. Niha hejmareke zêde yê hemwelatiyên vî bajarî, li ber sermaya zivistanê mane û li derveyî xaniyên xwe dijîn. Zarokên bajarê Serpêlê Zehaw, di nav sira zivistanê de, xeyala cihana xwe dihûnin.

 

(N.S)