Tirkiyê bo çaremîn car Çiyayê Asosê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê îro bo çaremîn car Çiyayê Asos ê li navçeya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kir.

 

Qayimmeqamê Mawetê Kameran Hesen derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê îro derdora demjimêr 15:00 bilindahiyên Çiyayê Asosê li nêzîkî gundê Gelaleyê bombebaran kirin.

 

Kameran Hesen got, ku li gorî zanyariyên wan di encama bombebaranê de baxên welatiyan û bi taybet rezên Tirî yên li deverê zirar dîtine.

 

Qayimmeqamê navçeya Mawetê herwiha diyar kir, ku ji destpêka meha bihorî (Mijdar) ve heta niha ew cara çarem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Asosê bombebaran dikin.

 

Cara yekem di şeva 03-11-2017 Çiyayê Asosê hatibû bombebarankirin. Herwiha piştre di roja 12-11-2017 bo cara duyem û di şeva 27-11-2017ê de jî bo cara sêyem firokeyan Çiyayê Asosê dabûne ber bombeyan.

 

Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma