Dadgeha bilind cezayê Ferhat Tunç qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Di doza hunermendê Kurd Ferhat Tunç de ku ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî bi hinceta “propagandeya rêxistinê” dihat darizandin salek, 11 meh û 12 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Ferhat Tunçê ku niha li derveyî welêt dijî li ser biryarê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku wî bi salan dengê xwe ji bo aştiyê xerc kiriye.
Ferhat Tunç li ser biryara girtinê anî ziman:
“Diyar e naveroka gotinên wan kesên ku di rojên dawî de behsa aştiyê dikin vala ye û berovajî tevdigerin.”
Parêzerê Tunç diyar kir ku biryar ne di cih de ye û parvekirina ku hatiye kirin divê di çarçoveya azadiya derbirînê de were nirxandin.
Ferhat Tunç 5ê Îlona 2016an li ser medyaya civakî derbarê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de peyamek belav kiribû.
Ji ber vê yekê doz hatibû vekirin û biryara cezayê hatibû dayîn.
Piştre li ser nerazîbûna Tunç dosya ji dadgeha bilind re hatibû şandin û dadgeha bilind jî ceza pesend kir.