Li Sêrtê bûyera trafîkê: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Kilîsê yê navçeya Berwariyê ya Sêrtê otomobîla ku Selam Uysal şofêriya wê dikir ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de şofêr Selam Uysal û kesên ku di otomobîlê de bûn Şukru, Kader û Elîf Buluç birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhest Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.