Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji kalîteya nan nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka xirabiya nan, çend sal in berdewam e lê niha welatî dibêjin, demek e nan baş bûye. Ji bajarê Qamişlo, Aborînas Şukrî Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê piştrast kir ku hefteyeke nan êdî baş bûye lê ji bajarokê Tirbespiyê, Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKS Ebdulrehîm Elî Mehmûd, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hem kalîteya nan û hem jî awayê dabeşkirina wê xirab e.

Nan, sibeha roja Pêncşemê ji firneyeke bajarê Qamişlo derketiye. Welatiyê ku dîmen taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê şandiye, dibêje ku kalîteya nan ji demekê ve baş bûye.

Pirsgirêka xirabiya nan ji demeke dirêj ve li Rojavayê Kurdistanê cihê nerazîbûna xelkê bûye. Pir caran welatiyên Rojavayê Kurdistanê dîmenên nan belav dikirin ku tê de diyar bû ew nan ji bo xwarinê nabe.

Ji bajarê Qamişlo, Tora Medyayî ya Rûdawê pirsa nan ji şarezayê di warê aborî de Şikrî Yûsif kir. Yûsif piştrastkir ku ji demekê ve nan êdî baş bûye.

Aborînas Şikrî Yûsif anî ziman, “Ev demek e nanekî gelekî xweş ji milet re tê. Milet jê razî ye lê bê guman tirs ew e ku bihaya nan bilind nekin. Diyar e ev nanê niha hinekî taybetmendiyê hene, nanekî xweştir bû. Ez dibêjim dê Rêveberiya Xweser nirxê nan bilind bike. Bi giştî xelk ji nan razî ye.”

Li bajarokê Tirbespiyê li rojihlatê Qamişlo, Tora Medyayî ya Rûdawê li ser rewşa nan pirsî. Li baregehê Encûmena Niştimaniya Kurd li wî bajarokî, Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKS Ebdulrehîm Elî Mehmûd, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re di vê derbarê de axivî.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKS Ebdulrehîm Elî Mehmûd got, “Kurdistana Sûriyê bi taybet herêma Cizîrê embara genim bi genimê xwe yê bi kalîte li seranserî Sûriyê lê mixabin serdema rejîmê heta îro jî nanê herî ne baş para Kurdan diket.”

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKS li Tirbespiyê, rexne li şêweyê dabeşkirina nan kir û got cudahî di navbera hejar û zengînan de heye.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKS Ebdulrehîm Elî Mehmûd anî ziman, “Pirsgirêk di dabeşkirina nan de heye ku aliyê dewlemandan ku mehane pereyê xwe dide bi rihetî diçin nanê xwe ji firinan werdigirin an jî ji wan re dişînine malê lê xelk perîşan dibe carinan nan bi destê wan nakeve.”

Rojavayê Kurdistanê, herêma yekem e li Sûriyê ku bêhtirîn û baştirîn genim berhem tîne, lê di nava salên borî de, li jêr desthilata Rêveberiya Xweser, bi şêweyekî berdewam gilî ji xirabiya kuwalîteya nan hebûye.