Mîrê Êzidiyan: Pirsgirêka min bi wan Êzidiyan re heye ku dibêjin em ne Kurd in

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî dibêje, 70 hezar Kurdên Êzidî li Ermenistanê dijîn û ew dixwaze ku di demeke nêzîk de serdana wan bike û got, “Ji %70 Kurdên Êzidî yên ku li Ermenistanê dijîn dibêjin ku ew Êzidî ne û bi neteweya xwe Kurd in lê ji %30 dibêjin ku ew tenê Êzidî ne (ne Kurd in) loma pirsgirêka min bi wan re heye.”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, roja Pêncşemê 3ê Mijdara 2022an beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû ragihand, peywendiyên wan bi Kurdên Êzidîyên li Ermenistanê dijîn re ku hejmara wan nêzîkî 70.000 e baş e lê tu rêxistinek li wî welatî nîne ku Kurdên Êzidî li hev bicivîne û anî ziman, “Ji %70 Kurdên Êzidî yên ku li Ermenistanê dijîn dibêjin ku ew Êzidî ne û bi neteweya xwe Kurd in lê ji %30 dibêjin ku ew tenê Êzidî ne (ne Kurd in) loma pirsgirêka min bi wan re heye.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo beşdariya di konferansekê de bo Behreynê hatiye vexwendin û diyar kir, ew dê piştî Behreynê serdana Îtalyayê jî bike û çend rojan li wir bimîne û roja 14ê Mijdarê bi Papa re bicive û ew dibêje ku ew dê biçe Almanyayê jî ku zêdetirî 300 hezar Kurdên Êzidî lê dijîn.

'Rewşa Şingalê xirab e'

Mîr Hazim Tehsîn Beg di beşeke axavtina xwe de got, di sala 2014an de zêdetirî 6 hezar û 500 keç û jinên Kurdên Êzidî ketine destê DAIŞê û 3 hezar û 500 ji wan bi alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatine rizgarkirin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg derbarê rewşa Şingalê de diyar kir ku rewş ne baş e û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên navdewletî kir ku li Şingalê xwedî derkevin û rewşê asayî bikin. Wî got ew hêvî dike ku hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî bikaribe herêmê ji nû ve ava bike.

Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser mijara bi Mihemed Şiya Sûdanî re destnîşan kir, piştî vegera ji serdana welatan, dê ligel encûmena rûhanî ya Kurdên Êzidî bicive û piştre hemû daxwazên Kurdên Êzidî binivîsin û hewl bidin ligel Mihemed Şiya Sûdanî gotûbêj bikin ku “Hemû daxwaz li ser ji nû ve avakirina Şingalê ne.”

Li cîhanê milyonek û 200 hezar Kurdên Êzidî hene

Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir ku li cîhanê milyonek û 200 hezar Kurdên Êzidî li çend welatan dijîn û ew di wê baweriyê de ye ku 360 gundên Kurdên Êzidî li Tirkiyê hene û di serdana xwe ya Tirkiyê de bi berpirsan li ser pirsgirêkên Êzidiyan axiviye.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di beşeke din a axaftina xwe de got ku li gelek welatan Kurdên Êzidî hene û hejmara wan gelek e, lewma hewl dide encûmenekê ji nû ve birêxistinkirina Êzidiyan ava bike, ji ber ku “Eger ez encûmenekê ava nekim karê Êzidiyan bi tenê min nayê kirin.”