Li Hesekê Ermenî daxwaza mafê xwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berî ku çekdarên DAIŞê ji bajarokê Mergeda yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê derkevin, kenîseya Ermeniyan teqandibûn û heta niha jî keniseya wan nehatiye nûjenkirin.

 

Li bajarokê Mergeda ku 90 kîlometreyan dikeve başûrê Hesekê ya Rojavaylê Kurdistanê çekdarên DAIŞê kenîseya Ermeniyan berî derkevin teqandin  ku ew kenîse ji bo qurbaniyên Ermenî yên di seferberiya şerê cîhanî yê duyem de hatibû avakirin.

 

Ermenî dibêjin ku ew hatine piştguhkirin û çavên wan li rêxistinên navdewletî ne, da ku kenîseya wan nûjen bikin.

 

Derbarê vê yekê de yek ji xelkê Mergeda Hac Hemîd wiha got: “Dema ku xelkê Ermenî rêwresmên nerîtên xwe li bajarokê Mergeda saz dikirin, em misilman dilxweş bûn, wek nerîtên xwe me lê temaşa dikir. Dema DAIŞê dest bi şer kir, êrîş bir ser kenîseyê û tişên di nav de dizîn, bîra avê jî têk dan.”

 

Kenîseya  bajarokê Mergeda wek navendeke dîrokî ji bo Ermeniyên ortoduks tê zanîn û piştî DAIŞê ew wêrankir, heta niha kenîse wek xwe maye û nehatiye nûjenkirin.

 

Kesekî bi navê  Necîm Silêbî yê xelkê Mergeda jî got: “DAIŞê kenîse teqand, û heta niha jî nehatiye nûjenkirin, kenîse bitevahî hatiye wêrankirin.”

 

Niha li deverê ti kenîseyek din ji Ermeniyan re nîne, daku rêwresmên xwe lê birêve bibin, nizanin dê berê xwe bidein kûderê, ew dibêjin ku ew hatine piştguhkirin, çavê wan li rêxistinên navdewltî ye, daku kenîseya wan nûjen bikin.