Fermangeha Çandinî ya Kerkûkê hevkariyê nade cotkarên Kurd

Kerkûk (Rûdaw) - Zêdetirî 800 hezar donim zeviyê Kurd û Tirkmenan li parêzgeha Kerkûkê nayê xistin nav çarçoveya plana fermangeh a çandiniyê. Ew zeviyên xwe bi pereyên xwe diajon lê wek salên berê bo wan ne tov tên dayîn û ne jî madeyên kîmyayî û kelûpelên çandiniyê.

 

Yek ji cotkarên Kerkûkê Murad Hesen dibêje, “Min tona ceh bi şesed û pêncî hezarî kiriye, min kîmya wernegirtiye, pêwîstiya me bi hevkariyê heue, ti hevkariya me nehatiye kirin.”

 

Cotkarekî din ê bi navê Hêriş Şikur dibêje: “Kîmya û tovê didin girêbstan û nadin tapûyan.”

 

Di salên berê de Kurd li Kerkûkê desthilatdar bûn û tevahiya wan zeviyan dixistine nav plana çandinî ya Kekrûkê û cotkarên Kurd jî ji hevkariya hikûmetê sûd werdigirtin. Îsal fermangeha çandiniyê ti cih nade cotkarên Kurd. Ew bi niyaz in ku rêwşûna yasayî li hemberî rêveberê ji ser kar hat girtin bigirin ber, ku bi bihaneya di salên berê de di plana fermangehê de cih daye zeviyên Kurdan hatibû girtin.

 

Rêveberê Fermangeha Çandinî yê Kerkûkê yê ji ser kar dûrxistî Mehdî Mubarek ji Rûdawê re got: “Me her sal her cotkarê ku tapûya xwe ya zevî hebû, bi agahdarkirina Wezareta Çandinî ya Iraqê dixistine nav plana çandiniyê. Îsal kêşeyeke zêde bo hemû cotkarên Kurd û beşek cotkarên Tirkmen çêbûye. Ev ziyanê dide berheman, bi taybetî dide genim ku salane me li ser asta Iraqê pileya dueym û sêyem wedigirt di berhemanîna genim de.”

 

Di serdema desthilatiya Beis de bi biryara Lîjneya Şiunî Şîmal, 500 hezar donim zevî û bi biryareke din a Encûmena Bilind a Şoreşê 300 hezar donim zevî ji cotkarên Kurd hatibûn stendin û paşê bi navê Erebî hatibû hawirdekirin. Piştî çêbûna hikûmeta federal a Iraqê jî kêşeya zeviyan her wiha ma û di nav destûrê de wek zeviyên kêşe li ser hatin binavkirin û bi cîbicîkirina madeya 140î ve girêdan.