Amedî helwesta nû ya CHPê ya derbarê pirsgirêka Kurd de şirove dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Partiya Komarîxaz a Gel (CHP) Erdal Aksunger, di gotareke Tirkî de, amaje kir, ku CHP ji bo çareserkirina pirsigirêka Kurd her dem amade ye û çareserî bê Selaheddîn Demirtaş nabe. Cigirê serokê partiya opozîsyona Tirkiyeyê di gotara xwe de her wisa hikûmeta Tirkiyeyê bi sezakirina Kurdan tewanbar kir û PYD jî wek partiyeke siyasî pênase kir.
Piştî van gotinên Aksunger rêxistina CHPê ya Amedê ji bo van gotinan kêfxweşiya xwe derbirî lê ji bilî CHPê û xelkê Amedê dibêjin ku her çend ev nirxandinên rast bin jî em ji bo çareseriya pirgirêka Kurd ji CHPê ne bawer in.
“Çareserî bêyî Selaheddîn Demirtaş nabe. Helwesta hikûmeta Tirkiyeyê ji bo Başûr, kurdên Tirkiyeyê jî aciz dike. PYD partiyeke siyasi ye, projeyên CHPê dikare kêşeya kurdan çareser bike.” Ev gotinên Cîgirê Serokê Partiya Komarîxaz a Gel (CHP) Erdal Aksunger in, ku niha di nav partiyên Tirkiyeyê de bûye cîhê nîqaşan.
Rêxistina CHPê ya Amedê ji nirxandinên Aksunger razî ne û her wisa piştgirî dikin.
Serokê Şaxa Amedê ya CHPê Mehmet Sayin derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Gotinên cîgirê serokê me yên derbarê Selaheddîn Demirtaş de rast û di cîhê xwe de ne. Cîhê çareserkirina pirsgirêka Kurd li parlementoyê ye. Gotûbêjkirin, danûstendin bi partiyên siyasî re têne kirin; lê heke kesayetekî wek Selaheddîn Demirtaş di zindanê de be, hûnê bi kê re danûstendinan bikin? Ev tiştek ne li gor aqil e."
Piştî van nirxandinên Erdal Aksunger, niha gotegotên di derbareyê çareserkirina pirsgirêka Kurd de û her wisa rola CHPê tê gotûbêjkirin. HDP, di vî warê de, her çend tevlî nêrîna Aksunger bibe jî CHPê di warê nêrîna li Kurdan de dilsoz nabîne.
Parlementera HDPê ya Amedê Sîbel Yigîtalp dibêje: “Heke CHP azadîxaz baya, dema parêzbendiyên me li parlementoyê hatine gotûbêjkirin, dê alîgiriya hikûmetê nekirina. Heke CHP aştîxaz baya, destûrnameya şandina leşkeran ji bo Sûriye û Iraqê pesend nedikir. Hin parlementerên CHPê yên aştîxwaz hene lê CHP wek saziyekî ne dirist e."
Serokê berê AK Partî yê şaxa Amedê Aydin Altaç jî dibêje, ku CHP,ne ew partiye kêşeya Kurd çareser bike. Ji xwe çavkaniya keraseta kêşeya Kurd bi CHPê destpêkiriye.
Aydin Altaç diyar dike: "Kêşeya Kurd bi destê CHPê destpêkiriye, yên ku komelkujî kirine ew in, yên ku Kurdan asîmîle kirine ew in."
Her çend piştî bidawîkirina proseya aşîtiyê û şerên nav bajarên Bakur, Partiya Komarîxaz a Gel (CHP) gelek caran şand û parlementerên xwe şandibe bajarên Kurdan jî di warê dilsoziya bi gelê Kurd re, di nav xelkê Amedê de, vê partiyê hîn jî baweriyeke xurt peyda nekirine.
Hemwelatiyên Amedê vê helwesta CHPê wiha dinirxînin:
Murat Eren: "CHP ne ji dil e."
Erhan Yilmaz: "CHP siyaseteke pûç û vala dike."
Remzî Sevimlî: “Yên ku Kurd qir kirin, yên ku Kurd anîne vî halî ji xwe CHP ye, CHP dê ji Kurdan re çi bike?"
Melehet Aksû: "Ez bi CHPê ne bawer im, kesek nabe dostê me û kesek ji me re tiştek baş nake."
CHPê di hilbijartinên dawî de li bajarê Amedê ji % 1.6, li bajarê Wanê ji % 1.5 deng stendibû.