Hevserokê DBPyê yê Erziromê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaxa Erziromê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokê berê yê HDPyê yê navçeya Gogsiyê ya Erziromê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja sêşemê li parêzgeha Erziromê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê de, bi ser mala Hevserokê şaxa Erziromê ya DBPyê Ramazan Karakaş û Hevserokê berê yê HDPyê yê navçeya Gogsiyê ya Erziromê Çetîn Demîr de girt û her du jî desteser kirin.

Berpirsên DBP û HDPyê di çarçoveya lêkolînê de ji bo îfadeyê birin parêzgeha Agiriyê.

Ramazan Karakaş û Çetîn Demîr bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li ser dosyayê biryara nihêniyê hatiye dayîn û sedema girtina Karakaş û Demîr nehatiye diyarkirin.