Benazîr Aydin bê navber dibêhnije: 'Xwezî li şûna bûka xwe ez bûma'

Êlih (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê Benazîr Aydina 24 salî ya ku zêdetirî du hefteyan e bê navber dibêhnije li Enqereyê tê tedawîkirin.

Benazîr Aydina şêniya Taxa Seyitlerê ya Êlihê ji 18ê Îlonê ve dibêhnije û ew bêhnija wê ranewestiyaye.

Benazîr Aydin zêdetirî du hefteyan e berdewam dibêhnije.

Krîza bêhnijandinê wisa kiriye ku ew nikare avek vexwe û nahêle yek peyvek ji devê wê derkeve.

15 roj in tenê di dema êdî ji bêhnijandinê westiyayî dikeve xew bêhnihandina wê hinek radiweste

Dema çevên xwe ji xewê vedike careke din bêhnijandina wê dest pê dike.

Pistî li Êlihê derdê wê çareser nebû Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyeyê wê bir Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê.

Noha pişkinîn tên kirin ku bizanin nexwesîya wê ji çî ye.

Bi destpêkirina krîza bêhnijandinê re wê yekser dibin nexweşxaneya Êlihê û li wir bi pişkînîna ku bi bapêşkê ango bi înfulenzaye ketiye serom danê û wê şandine malê.

"Xwezî li şûna bûka xwe ez bûma"

Emîne Aydin xesûya Benazîr Aydinê got: Piştî vegerandin îca çiqas zêdekir rep û ket erdê.

Min got dê li dilê wê bixe. Bijîşk jî got dibe ku li dilê wê bixe.

Ji roja ku hatiye, min nexweşiyeke wê nedîtiye. Tenê carna digot yadê serê min diêşe.

Wan deman min bi xwe wê dibir. Min li hêviya kesî nedihîşt. Min wê dibir serûmek lê dixistin baş dibû.

Ne bêhnijandin, ne kuxik, ne jî nexweşiya ku xistibê nav nivînan tiştek wisa nebû.

Bûka min zehf baş bû, bûka min di emrê min da bû.

Yanî vê qasê qasî ez di heyra bûka xwe da me ewqas nakevin heyra qîza xwe

Bi rastî jî bûka min heyf e. Îca ji bo xatirê van zarokan ez dixwazim baş be.

Keçika wê îro du roj in dibêjê dêya min birine Enqerê min jî bibin Enqereyê.

Ya rebî xwedayo tu li ba xwe dêya wan vegerînî. Bi rastî ez zehf dikevim heyra wê.

Vêga min dixwest ez bûma ne ku bûka min bûya. Bûka min heyf e.

Yanî bêhnihandinê rê nedidayê ku xwarin bixwe û avê vexwe."

"Tenê dema hinek radizê disekine"

Yasemîn Aydin jintiya Benazîr Aydinê wiha anî ziman, "Min avê jî didayê nikaribû vexwara.

Tenê dema hinek radizê disekine ew jî ku çevê xwe vedike careke din dest pê dike."

Bi berdewamiya bêhnijandinê re rasterast bi alîkarîya Wezareta Tendurustiyê ew ji bo Enqereyê hatiye vegugeztin û niha li wir pişkinîn tên kirin ku were zanîn ka sedema berdewam bêhnijandina wê çî ye.

"Nikare biaxive"

Zeynep Ozcan dêya Benazîr Aydinê jî wiha axivî:

"Na bi xwedê baş nebûye. Heke baş bûya me yê bigota baş e. Baş nebûye eynî dewam dike.

Carna derman, carna serom didine ji bo ku razê. Tehlîlan digrin, xwîna wê distînin.

Bijîşkên psîkyatriyê lê nihêrîn, bijîşkên goh, poz û gewriyê lê nihêrîn.

Gelek bijîşk hatin kontrol kir û wan got ka `em bizanin ev rewşa wê ji çî ye.`

Weleh Benazîr li vir e lê nikare biştexile. Her gav divêhnije."

Li gorî pisporan wekî kirìzek berdewam bêhnijandina Benazîrê di dîroka tibbê de nimûyeke sosret e û divê baş were lêkolînkirin.

Niha kes û karên wê li bendê ne ku ev krîza ku jiyana Benazîrê têk biriye bi dawî bibe û ew bi silameti vegere cem zarokên xwe.