Zaroka ku servîsa dibistanê lê qelibî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê zaroka ku servîsa dibistanê lê qelibî mir.

Li gundê Mezra Elîgorê yê navçeya Sirûcê servîsa dibistanê ya ku M.C. diajot li Elîf Tekîna 13 salî qelibî.

Di encamê de Elîf Tekîn bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Elîf Tekînê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Elîf Tekînê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, şofêrê servîsê jî hat desteserkirin.