Li Dîlokê 2 qeza: Kesek mir û 13 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de kesek mir û 13 kes jî birîndar bûn.

Derengiya şevê li navçeya Alêbanê ya Dîlokê otomobîla Yusuf Sezenê 25 salî ji kontrolê derket û li kanala avê ya li kêleka rê xist û wergeriya.

Di qezayê de Yusuf Sezenê 25 salî li cihê bûyerê mir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên Birêvebiriya Parastina Sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Yusuf Sezen ji bo otopsiyê veguhast Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.

13 karker birîndar in

Dîsa li navçeya Alêbanê barhilgirekê li mînîbusa karkeran xist û di bûyerê de 13 karker birîndar bûn.

Destê sibehê li 3yemîn Herêma Pîşesaziyê ya Dîlokê barhilgirek dema dizîvirî li mînîbusa servîsa karkeran xist ku Hasan G. diajot.

Di vê qezayê de 13 karker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.

Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya 3 birîndaran ne baş e.