Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê serdana Hewlêrê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hejmarek serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê serdana Hewlêrê dikin û dê beşdarî di merasîma salvegera koça dawî ya serokkomarê pêştir ê Iraqê û sekreterê berê yê YNKê Celal Talebanî de bikin.

Îro 5mîn slavegera koça dawiyê ya serokkomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê berê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî ye.

Biryar e îro piştî nîvro li Hewlêrê merasîmek ji bo salvegera koça dawî ya Celal Talebanî û bîranîna wî bihê lidarxistin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barxzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û serkirdeyê piraniya partiyên Başûrê Kurdistanê tevli merasima bîranînê dibin.

Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê gotarekê pêşkêş bike.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, Serokwrezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê îro berî nîvro bi Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re hevdîtinê bike.

Rûdawê ew yek jî zaniye ku her yek ji Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî; Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî û Serokê Bizava Hîkme Emmar Hekîm beşdarî di merasîmê de dibin.

Celal Talebanî, serokkomarê pêştir ê Iraqê û sekreterê giştî yê berê yê YNKê roja 3ê Cotmeha 2017an piştî çend salan ji nexweşiyê li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawî kir.