Xeyrî Bozanî: Dibe çend berbirêj hebin bo cihê Babe Şêx

Hewlêr (Rûdaw) - Babe Şêx, bilindtirîn pileya olî ya Êzidî ye. Biryar e piştî çileya şîna Babe Şêx, kesek bo cihê wî bê destnîşankirin. Nûnerê Kurdên Êzidî li Wezareta Ewqaf dibêje, “40 roj piştî şînê dê behsa wê mijarê bê kirin. Şûngirê Babe Şêx divê ji binemala Şêx Fexrî Adiyan be. Dibe ku çend berbijêr hebin.”

Xirto Hacî Îsmaîl, naskirî bi Babe Şêx, kesê yekem yê Ola Êzidiyan bû, biryarên wî di rewşên awarte û taybet de yekalîker bûn.

Niha Êzidiyên cîhanê di matemê de ne û li gor ayîna wan, piştî çileya Babe Şêx dest bi giftugo tê kirin ji bo hilbijartina cihgirê wî.

Xeyrî Bozanî, Nûnerê Kurdên Êzidî li Wezareta Ewqaf dibêje, “40 roj piştî şînê dê behsa wê mijarê bê kirin. Şûngirê Babe Şêx divê ji binemala Şêx Fexrî Adiyan be. Dibe ku çend berbijêr hebin. Divê di navbera mîr, Civata Rûhanî ya Êzidiyan û Êzidiyan divê lihevtêgihiştinek hebe.”

Kesê ku cihê wî digire û dibe Babe Şêx, divê şarezayê ola Êzdayetî û olên din be. Di nav civaka Êzidî de xwedî pêgeha baweriyê be û kesekî serketî be di warê pêwendiyên civakî de.

Rêberê Rûhanî yê Kurdên Êzidî kur, bira û biraza hene, tê pêşbînîkirin ku yek ji wan bibe şûngirê wî. Lêbelê niha Êzidî di hefteya matemê de ne û bîr li danîna şûngir nakin.