ŞIRNEX - Xelkê Gundikê Melî 300 sal e kevneşopiyeke xwe berdewam dikin
Şirnex (Rûdaw) – Li Gundikê Melî, xelkê kevneşopiya xwe ya çûna ser goristan ku 300 sal in berdewam dike, careke de bicih anîn. Niştecihên Gundikê Melî li gel mêvanên xwe çûn ser goistanê û jibilî diakirina ji miriyan re û li wê derê firavîn xwarin û nimêja nivro kirin.
Li bajarokê Gundikê Melî yê ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, xelk, ev 300 sal in li ser keveneşopyeke xwe berdewam in û îsal jî weke salên berê, yekem roja Pêncşema meha Cotmehê, xelkê bi hev re berê xwe dan ser Goristana Tamtemokê û miriyên xwe bibîr anîn.
Yek ji mamosteyan ê bi navê Tahir Sidar diyar kir ku ev kevneşopiyek e ku ji bav û kalan ji wan re maye û ew dixwaze vê kevneşopiyê ji bo nifşên bên jî veguhezin û ew jî berdewam bikin.
Mamoste Tahir Sîdar dibêje, “Ev kevneşopî dibe sedema muhebet, biratiyê û xweşiyê di navbeyna gundiyan de. Em gelek pê kêfxweş in. Gelek kevneşopî rabûne lê ev kevneşopiya me dewam dike.” Sîdar dibêje bi saya wê kevneşopiyê yekrêziya di navbera gundiyan de bihêz dibe û salê carekê jî derfeta wê çêdibe ku hev bibînin.
Malbatên ku diçin serdana goristanê dest bi çêkirina xwarina mêvanan dikin û di vê navberê de beşek ji niştecihên gund ligel seyda, mela û feqeyên gund li ser tirban Quranê dixwînin û ji bo kesûkarên xwe dia dikin.
Mela Evdirmanê Mihemedê Şemsedîn amaje bi wê yekê kir ku diyariya herî baş ji bo miriyan xwendina Quranê ye û got ku kombûna li ser goristanê û xwendina Quranê û kirina diayan, ew mirî gelek kêfxweş kirine û diyar kir, “Îro cejn, dawet, Newroz û keyfa wan e. Diyariya herî mezin bo wan xwendina Quranê ye.” Mela Evdirman jî hêviyên xwe anîn ziman ku ev kevneşopî heta hetayê berdewam bike.
Li ser ziyaretê bi rêzê di zerik û quçxaneyan de xwarin hat çêkirin û piştî nimêja nîvro bi rêzê li ser destan xwarin li ser sifreyeka dirêj hat pêşkêş kirin û hemî kesên ku hatine ser ziyaretê li gel hev firavîn xwarin.
Niştecihê gund Şefîk Bayram jî dibêje ew tên ser gorên miriyên xwe û xwarinên çêdikin û belav dikin.
Şefîk Bayram jî dibêje, “Em ji bo miriyên xwe, ji bo xêra wan tên vê derê. Urf û adetekî bav û bapîrên me ye ku ji berê de dest pê kirine. Em jî li ser rêya wan berdewam dikin.” Bayram diyar dike ku hem bo xêra miriyên xwe û hem jî hemû şêniyên gund ên li gelek deverên cîhanê belav bûne, li hev kom dibin û bi saya wê kevneşopiyê ew hem hev dibînin.
Herwiha Şefîk Bayram dibêje, berê ew dever têr ajel bû û salê careke ji bo xêra miriyan, hejmareke ajelan dihatin serjêkirin û goştên wan li xelkê hejar û xwedî pêdivî dihat belavkirin. Ew welatî jî dibêje ew bi niyaz in dest ji kevneşopiya xwe bernedin û her berdewam bikin.
Ne tenê şêniyên wî bajarakî, xelkê li derveyî wê deverê dijîn jî, bi boneyê wê rojê û herwiha bicihkirina wê kevneşopiya bav û kalan, li wir amade bûn û li ser xizmên xwe çûn goristanê.
Mehabad Ehmed jî yek wan kesen e ku ji Stenbolê bi vê helkeftê çûye Gundikê Melî dibêje ku ev edetekî wan ê kevnar e û hersal di vê rojê de bi hev re diçin ser Goristana Temtemokê.
Mehabad Ehmed jî diyar dike, wan lêkolîn kiriye bê ka bingeha vê kevneşopiyê ji ku an jî ji çi tê û dibêje di encama wan lêkolînan de derdikeve holê dibe ku ev kevneşopî ji ola Êzdayetiyê bê.
Ew jina Kurd dibêjê, Kurdên Êzidî jî her vê demsalê ajelên xwe dibin û serjê dikin û herwiha diyar dike kesûkar, heval, dost û xizm herkesê bi saya vê kevneşopiyê li ser goristanan hev didîtin, hem silha xwe dikirin û hem jî xatir ji hev dixwastin.
Mehabad Ehmed herwiha diyar dike ku tevî ku ji wan re hatiye gotin li wan deveran operasyon hene û divê neçin ser goristanê, lêbelê wan dest ji kevneşopiya xwe bernedan û careke din berê xwe dane ser goristanê.
Gundikê Melî 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Şirnexê û nifûsa wê derdora pênc hezar kesan e. Herwiha Hejmareke xelkê ji Gundikê Melî koç kirine û li bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û welatên din ên cîhanê belav bûne.