Li Amedê bûyera trafîkê: Kesekî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya Ameda Bakurê Kurditanê, welatiyê ku otomobîl û barhilgirê lê da canê xwe ji dest da.
Li Taxa Çimenler a Yenişehirê li ser rêya Amed-Xarpêtê welatiyê bi navê H.Ç. yê 25 salî dema dixwest derbasî hember rê bibe otomobîlekê lê da û piştre barhilgirekê lê da.
H.Ç. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîma tenduristiyê termê H.Ç. bir morga nexweşxaneyê.
Şofêrên otomobîl û barhilgirê hatin desteserkirin.