Çekdarên Ebû Xewle li Dêrezorê saziyên xizmetguzariyê talan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Xewle saziyên xizmetguzariyê talan dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 27ê Tebaxê li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

HSDyê ji bo kontrolkirina rewşê û derxistina hinek bajarok û gundan ji destê çekdarên Ebû Xewle hêzên zêde dişîne navçeyê.

Hêzên HSDê, çend gund û bajarokên wek Cidêdet Ikîdat, Dehle, Bisêre, Zîban û Îzbe yên li rojhilatê Dêrezorê yên li ser xêza peravên Çemê Firatê kontrol kirine.

Medyakar û çalakvanên meydanî dîmenên hinek bajarok û gundên ku HSDyê ji çekdaran paqij kirine belav kirine.

Çalakvan Xalid Zêno got, “Ev bajarokê Bisêre ye. Di bin kontrola hêzên HSDyê de ye.

Piştî ku milîsên Newaf el-Beşîr û çeteyên Îranê ku derbasî rojhilatê Çemê Firatê bûbûn bajêr ji aliyê HSDyê ve hat rizgarkirin.

Bajêr ji tawankar û kesên ku ji aliyê HSDyê ve dihatin daxwazkirin hat paqijkirin.”

Çalakvanekî din got, “Em niha li navçeya Îzbê ne, li bazara Îzbê ne, û ev qehremanên HSDyê ne piştî rizgarkirina gund ji tawankar û deryasayiyan.”

Piştî ku HSDyê hinek bajarokan kontrol kir, derket golê ku hinek saziyên xizmetguzariyê ji aliyê çekdarên Ebû Xewle ve hatibûn têkdan û talankirin.