PKKê berpirsyariya kuştina çawîşê pispor ê lî Dîlokê li xwe girt

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ên girêdayî PKKê berpirsyariya kuştina çawîşekî pispor ê artêşa Tirkiyê li parkekê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê  girte ser xwe.

Roja 27ê Tebaxa 2022yan, li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, welatiyan li Parka Yuzuncu ya Çandê termê çawîşê pispor ê bi navê Turgay Kulcu dîtibûn, ku bi çekê gule li serê wî ketiye û miriye.

Yekîneyên Parastina Sivîl ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, di daxuyaniyekê de ku medyayên nêzîkî PKKê belav kirine, berpirsyariya kuştina Turgay Kulcu li xwe girtiye.

Di daxuyaniya YPSê de tê gotin: “27ê Tebaxa 2022an li Parka Yuzuncu ya taxa Akyolê ya li navçeya Şahînbeylî ya Dîlokê, Çawişê Pispor Turgay Kulcu ji aliyê tîmên me yên bersivdanê yên Şehîd Alî Tolhildan ve hate kuştin.”