Li Hezro û Licê li dijî PKKê operasyon
Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca destpêkirina operasyoneke berfireh dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li 6 deverên ser bi Amed a Bakurê Kurdistanê ve qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.
Peyamnêrê Rûdawê yê Amedê, Maşallah Dekak da zanîn, ku bi biryareke parêzgarê Amedê li 5 gund û navçeyên Licê û gundekî ser bi navçeya Hezro ya Amedê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, armanca biryara qedexekirina hatinûçûnê li wan navçeyên Bakurê Kurdistanê destpêkirina operasyoneke berfireh a leşkerî ye dijî gerîllayên PKKê li wan navçeyan û derdorê.
Maşallah Dekak herwiha got: "Operasyonê saet 6:00ê serê sibeha îro Duşembê (03.09.2018) destpê kiriye û nediyar e ka heta kengî operasyon bi dawî dibe. Li gor biryara parêzgerê Amedê, heta di wê operasyonê de serkevtinê bidest dixin, qedexe her berdewam dibe û têkildarî rakirina qedexeyê jî, bi biryareke din raya giştî tê agahdarkirin."