Li Efrînê çalakiyên rewşenbîrî berfirehtir dibin

Efrîn (Rûdaw) - Komeleya Rewşen Bedirxan a karûbarên jinê li bajarê Efrînê, bi rêya xulên fêrbûna zimanê Kurdî dixwaze asta xwendekarên kurd bipêş bixe. Komeleya Rewşen Bedirxan ji 5 salan ve li Efrînê hatiye birê xistin.

 

Li bajarê Efrînê Komeleya Rewşen Bedirxan ya karûbarên jinê dixwaze asta xwendekarên Kurd bipêş bixe û xwendekaran fêrî zimanê kurdî, erebî û ingilîzî dike.

 

Seroka Komeleya Rewşen Bedirxan Kifît Hesen wiha got: “Me sala 2012an Komeleya Rewşen Bedirxan saz kir. Bi sedema krîzê û rewşa nebaş li Sûriyê, di heman demê de trajîdyaya ku jin bi giştî û malbat  bi taybetî têre derbas dibe komele hate damezrandin. Em niha zarok û jin û gencan fêrî zimanê kurdî û erebî û Ingilîzî dikin,mamosteyên şareza xulên fêrbûnê bi pereyên zor kêm birêve dibin.

 

Bi gotina mamosteyeke jin armanca sereke ya Komeleya Rewşen Bedirxan ew e ku xwendekarên kurd fêrî zimanê kurdî bibin.

 

Mamoste Îlham Otman jî got: “Gelek grûp ji komeleyê der çûne. Xulên me yên fêrbûna zimanê kurdî berdewam in. Ez wek mamosteya zimanê kurdî ji erkê min e ku ez xwendekarên kurd fêrî zimanê wan ê resen bikim. Armanca komeleyê û armanca min ew e ku xwendekarên kurd fêrî zimanê kurdî bibin.

 

Tê zanîn, ku desteya perwerdeya rêveberiya xweser li Efrînê polên taybet ji xwendekarên ereb re jî yên koçber bi zimanê kurdî terxan kiribû.