KEMÎN: 5 leşker kuştî û 6 birîndar

Navenda Nûçeyan – Li herêma Bezeleyê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê di encama pevçûnê de 5 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.


Li gor agahiyan li herêma Bezaleyê ya navçeya Şemzînanê, îro nîvro pevçûn di navbera leşkerên rê kontrol dikir û gerîlayên PKKê de derket.


Gerîlayên ku kemîn li ber leşkeran danî di destpêka êrişê de 5 leşker kuştin û 6 jî birîndar bûn.


Leşkerên birîndar di serî de bi helîkopteran birin fermangeha leşkerî ya Fatihê û piştre ji wê derê bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.


Helîkopter û hezêekê zêde ya leşkeran çûne cihê bûyerê û operasyoneke berfireh dest pê kir.