Şerefxan Cizîrî: Zimanê herêma me Kurdî ye û divê tez bi Kurdî bin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî ragihand, daxuyaniya Zanîngeha Dîcle ya Amedê ya derbarê xwandina Kurdî û teza bi zimanê Kurdî de ne zelal e û got, “di daxuyaniyê de şaşiyek mezin heye, dibêje teza xwandina Farsî û Erebî jî bi Tirkî ye, lê em ne Fars in û ne jî Ereb in , em Kurd in û li herêma xwe dijîn, divê xwandekarên me bi Kurdî teza xwe amade bikin.”
Di wan çend rojên bihorî de hin zanyarî derbarê xwandina Kurdî û qedexeya teza bi zimanê Kurdî li Zanîngeha Dîcle ya Amedê li ser medayaya civakî hatibûn belavkirin û piştre mijar bû rojev û di medyayê de jî bi berfirehî cih girt.
Zanîngeha Dîcleyê îro derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ew yek red kir ku teza bi zimanê Kurdî li zanîngeha wan hatibe qedexekirin. Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê da xuyakirin, ti guhertinek di wan bernameyan de nehatiye kirin û zimanê xwendinê jî nehatiye guhertin.
Li ser wê mijarê, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî îro beşdarî bultena demjimêr 15:00 a Rûdaw TV bû û nirxandin kir.
Şerefxan Cizîrî amaje bi daxuyaniya îro ya Zanîngeha Dîcleyê kir û ragihand: “Ev daxuyaniya zanîngehê belav kiriye, xumamî têde heye, ne zelal e, dibêje em statu neguhertiye, yanî statu wexta ku serlêdana saziya perwerdeya bilind kirine, YOK jê re tê gotin, li vê derê meseleya zimanê tez, gotar û gelek tiştên xwe bi Kurdî binivîsin, di vir de zelalî tune ye. Lê li deverên din, li Mêrdînê, li Çewlîkê (Bingol) û li Mûşê û li deverên din bi zimanê Kurdî tez tê nivîsandin û lîsans û doktora tê kirin. Lê li Diyarbekirê (Amed), Zanîngeha Dîcleyê xwe parastiye û gotiye na.”
Cizîrî diyar kir, di daxuyaniya Zanîngeha Dîcleyê de şaşiyeke mezin heye û destnîşan kir: Di daxuyaniyê de şaşiyek mezin heye, dibêje Farsî û Erebî jî bi Tirkî tê xwandin, lê li vir em ne Fars in û ne jî Ereb in, em Kurd in û zimanê herêma me jî Kurdî ye, wexta ku beşa Kurdî vebû, li her deverê divê xwandekar bi vî zimanî teza xwe, pirtûkên xwe binivîsin. Tiştek ji wê maqultir tune ye. A maqul ev e.
Şerefxan Cizîrî di berdewamiya axaftina xwe de got, berpris û borokratên herêmî li gor hez û daxwaza xwe tevdigerin û li gor lojîk û hişmendiyê tevnagerin, “eger na gelo ma maqul e, ma pekane ku mirov bêje, beşa zimanê Kurdî bi Tirkî teza xwe bide.”
Nivîskar û akademisyenê Kurd Selîm Temo jî li hejmara xwe ya taybet a Twitterê nerazîbûna xwe derbirî bû û gotibû, “Ez vê nêzîkbûna bêhed a ku 10 sal e li dijî Kurdî berdewam e eşkere dikim. Bêhediyek nû: Li beşên Ziman û Edebiyata Kurdî nivîsandina tezan a bi kurdî hatîn qedexekirin û zimanê hemû dersan bû Tirkî. Akademiya xwemalî û millî tiştek wiha ye!”
Xwedekarên zanîngehê, nerazîbûn li hemberî helwesta rêveberiya zanîngehê nîşan dabûn.
Zanîngeha Dîcleyê di daxuyaniya xwe ya îro 3ê Tebaxa 2020an de dibêje:“Ji sala 2012ê ve beşa xwendina bi Ziman û Kultura Kurdî li Zanîngeha Dîcleyê hatiye vekirin. Di sala 2013an de xwendina masterê bê tez û di 2015an de jî xwendina master û doktora bi amadekirina tezê li wî beşê zanîngehê destpê kiriye. Zimanê xwendinê li vî beşî Tirkî ye. Bi heman awayî li beşên zimanên Îngilîzî, Erebî û Farisî jî bi zimanê Tirkî ye.”
Par li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdinê biryara girtina Enstîtûya Zimanên Jindewar hatibû girtin ku xwendina bilind bi zimanê Kurdî dida.
Herwiha Zanîngeha Artukluyê hejmareke akademîsyenên Kurdî ji kar avêtibû û kontenjanên xwendina bilind a Kurdî jî kêm kiribû.