DAIŞ li mezargeha pîroz 17 caran hate têkbirin

03-08-2016
RÛDAW
Qasim Şeşo
Qasim Şeşo
Nîşan Qasim Şeşo Şingal Şerefdîn
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Fermandarê Kurdên Êzidî Qasim Şeşo ragihand ku DAIŞê 17 caran êrîşê mezargeha Şerefdîn kir û xwest bigre lê her carê jî êrîşên wan hate têkbirin.

 

Ji bo bîranîna karesata Şingalê îro li mezargeha Şerefdîn a Şingalê, rêwresmek mezin birêve diçe.

 

Fermandarê Pêşmergeyên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand ku mezargeha Şerefdîn ji bo Êzidiyan bûye sembola berxwedanê, lewma jî rêwresma bîranîna Şingalê li vê derê sazdikin.  

 

Şeşo diyar kir ku di dema dagirkirina Şingalê de çekdarên DAIŞê 17 caran êrîşê Şerefdîn kirine û xwestine kontrol bikin lê her carê jî êrîşa wan hatiye têkbirin.

 

Qasim Şeşo sedema ketina Şingalê jî weke kêmbûna çekan anî ziman û got:

 

“Kêmbûna çekên şerkirinê hêlişt ku DAIŞ di 3ê Tebaxa 2014ê de Şingalê dagir bike. Lê niha ew hêza DAIŞê nemaye ku bikare li hember pêşmerge şer bike.”

 

Çakdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014ê êrîşê Şingalê kirin û herêm dagirkirin. DAIŞiyan bi hezaran Kurdên Êzidî qetilkirin û revandin.

 

Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Kuro jî ragihand ku heta niha 2 hezar û 640 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

 

Kuro diyar kir ku hê jî 3 hezar û 764 kes di destê vê rêxistinê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst