Şingal - 10 gorên bi kom ên Kurdên Êzidî tên vedan

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî êrişên DAIŞê 30 gorên bi kom ên Kurdên Êzidî hatine dîtin, lê belê heta niha tenê 3 gor hatine vedan û niha amadekarî bo vedana 10 gorên din ên bi kom tê kirin.

 

Berdevkê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Fuad Osman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:“Heta ku niha me kariye 3 gorên bi kom ên Kurdên Êzidî vedane. Di wan 3 gorên bi kom de 67 cenaze hebûn ku piştî wergirtina nimûneya hestiyê wan, bi axê hatine spartin.”

 

Fuad Osman got: “Li sînorê Şingalê 30 gorên bi kom hene, ku bi sedema nêzîkbûna wan ji çekdarên DAIŞê vedana wan ne hêsan e.”

 

Osman aşkere jî kir, ku amadekarî bo vedana 10 gorên din ên bi kom hatiye kirin, ku li çarriya Hemdaniye ne. Osman got: “Amdekariyên bo vedana wan 10 gorên bi kom bi dawî bûne û di nêzîktirîn dem de dê werin vedan.”

 

Roja 3ê Tebax a sala 2014an DIAŞê êrişî Şingalê kir û ew devera Başûrê Kurdistanê dagir kir.

 

Di êrişa DAIŞê de nêzîkî 2 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin û bi sedan hezar kes jî aware û koçber bûn.

 

Piştî çend mehan, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di roja 13ê Çile ya 2015an de di operasyonekê de Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir.