Semsûr - Karkerê ku ket mekîneya çîmentoyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê karkerek ket mekîneya tevlîhevkirina çîmentoyê û canê xwe ji dest da.

Îro li herêma pîşesaziyê ya navçeya Bêsniyê ya Semsûrê karkerê bi navê Kadîr Kurtulan di dema karkirinê de destê wî ket ber makîneya tevdana çîmentoyê û tê de asê ma.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Lê belê heta ku tîm gihîştin cihê bûyerê wî karkerî canê xwe ji dest dabû.

Tîmên tenduristiyî bir cenazeyê Kadîr Kurtulan ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.