Li Dîlokê şerê bi çekan: 3 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şehitkamil a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan, îro 3ê Temûza 2023an li navçeya Şehitkamil a ser bi parêzgeha Dîlokê ve di navbera du malbatan de ku dijminatiya wan hebûye şerê bi çekan çêbûye.

Di encama şerê navbera her du malbatan û 3 kesên bi navê Şahîn Erşen, Selman Çevîk û Izzet Karakoç li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Herwiha kesekî 23 salî jî di bûyerê de birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û kesê birîndar bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Piştî bûyerê tîmên girêdayî Rêveberiya Emnî ya Dîlokê li taxê tedbîrên ewlekariyê wergirtine.