Li Kerkûkê gefa derkirinê li 285 malên Kurdan tê xwarin

Kerkûk (Rûdaw) – 285 malên Kurdan li taxa Erefe ya bajarê Kerkûkê gefa derxistinê li wan tê xwarin û ji bo valakirina xaniyên xwe, hefteyek mohlet ji wan re hatiye dayîn.

 

Peyamnêrê Rûdayê Herdî Mihemed ji Kerkûkê ragihand: “Piştî sala 2003an ve zêdetirî 285 malên Kurdan li taxa Erefe ya Kerkûkê niştecih in, ku diviyabû li gor madeya 140 werin qerebûkirin û erdên wan ji wan re bidin, lê ji ber milkdariyê hemû çareseriyên ku ji bo vegerandina awareyan hatibûn danîn, nehatin cîbicîkirin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê dibêje ku diyar e hêdî bi hêdî hêzên Iraqî li Kerkûkê gefa derxistinê li malên Kurdan dikin, duh sêşemê 2ê Tîrmeha 2019an şeşem car e ku hêzên Iraqî bi ser wan taxan de avêtiye, duh jî polîsê petrolê û hêza Lîwaya 61 bi şofil û hummeran hatine wê taxê û ji bo derketina ji xaniyên xwe, hefteyek mohlet dane wan.

 

Li ser wan gefên ku li wan hat kirin, îro niştecihên taxa Erefe ya Kerkûkê kom bûn û yek ji niştecihên wê taxê ji Rûdawê re diyar kir: “Hûn jî dizanin ev di nava mehekê de du – sê car in tên, birastî wan em tûşî nexweşiya derûnî kirine, her dema destê wan vala dibe, yek – du Ereb û Tirkmenên şovenî tên dibêjin derkevin, diçin Lîwaya 61 û Heşda Şeibî û Binkeya Polîsê Erefe li gel xwe tînin.”

 

Niştecihên taxa Erefe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên PDK û YNKê daxwaz dikin ku biçin hawara wan.

 

Herwiha niştecihekî din ê ji wê taxa Kurdî ji Rûdawê re diyar kir: “Ji me re gotin divê heta hefteyekê xaniyan vala bikin û nabe li vir bimînin. Duh jî dema hatin 5 – 6 çekdar êriş kirin ser min û keça min, ji ber ku di destê keça min de telefon hebû, hatin ser malê jî, bi şahidiya vî xelkê li vir, gef li me xwarin ku eger heta hefteyekê vala nekin, ew dê bi şofil xaniyên me bi ser me de hilweşînin.”