Şaredariya Qoserê navê 4 parkan paşve vegerand

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê di civîna meclîsê ya di destpêka meha Tîrmehe de navê 4 parkên ku di heyma qeyûm de hatibûn guhertin bi piraniya dengan ji nûve vegerand navên berê.

 

Encûmena Şaredariya Qoserê civîna meha Tîrmeha 2019an saz kir û navê 4 parkên ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn guhertin yek ji mijara civînê bû.

 

Encûmenê bi piraniya dengan biryar stand ku navê parkên ku hatine guhertin,  paşve vegerîne wek navê berê.

 

Encûmenê navên Parka Mehmet Sincar, Ubeydullah Eren, Şeyhdavut Yalçinkaya û Leyla Qasim ku qeyûm guherandibû dîsa vegerand.