Artêşa Tirkiyê bi top û firokeyan êrişî devera Biradost dike

Hewlêr (Rûdaw) – Ji êvariya îro Sêşemî 3ê Tîrmeha topxane û firokeyên Tirkiyê devera Biradost a li sînorê nahiyeya Sîdekan a Başûrê Kurdistaê topbaran û bombebaran kirin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji demjimêr 19:00ê êvara îro ve topxaneya Artêşa Tirkiyê devera Biradost a li nahiyeya Sîdekan a ser bi qezaya Soranê topbaran dike.

 

Herwiha firokeyên şer ên Tirkiyê jî heman deverê bombebaran kirin.

 

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî derbarê êrişên îro yên Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihand, topxaneya Artêşa Tirkiyê ku li gundê Mawan a ser bi qezaya Şemzmînan a Bakurê Kurdistanê ve hatine bicihkirin, bi berfirehî gundên Xelîfan, Lêlkan û Alekan topbaran dikin.

 

Îhsan Çelebî got, her sê gundên ku ketine ber topbarana Artêşa Tirkiyê, di her çar werzên salê de avedan in, lê belê ji destpêka îsal ve bi awayekê berdewam xelkê wî gundî li ber dengê bombebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê de bûne.

 

Çelebî da xuyakirin, “firokeyên Tirkiyê jî Çiyayê Xakurk û Gelî Reş bombebaran dikin,  ku ji ber wan bombebaranan, agir li ser sînorê navbera Bakur û Baûrê Kurdistanê çê bûye.”

 

Herwiha îro danê sibê jî firokeyên Tirkiyê bi du fiorkevanan bintara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin û di encamê de rûbereke berfireh ji pûşên wê navçeyê şewitî.

 

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê, gelek caran êrişî deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dike.