Kurdên Êzidî li Îsraîl qursa çareseriya derûnî wergirtin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hevkariya Wezareta Derve ya Îsraîlê û rêxistineke xêrxwazî ya brîtanî, grûbek ji Kurdên Êzidî ji Başûrê Kurdistanê serdana Îsraîlê kirin daku qursa çareseriya derûnî bibînin. Piştî bidawîbûna qursê dê ev grub vegere Kurdistanê û alîkariya derûnî bide zarokên Êzdiyan.

 

Li gorî raporteke rojnameya The Times a îsrîlî, grûbeke Kurdên Êzidî di dema vê serdanê de qurseke taybet wergirtine, ku weke “Medical Clowning” tê binavkirin. Armanc jî ew e, ku ev grûb bikare bişîş û girnijînê bixe ser lêva zarokên koçber ên Kurdên Êzidî.

 

Wezareta Derve ya Îsraîlê roja Yekşema borî di daxuyaniyekê de ragihand, ku ev qurs bi alîkariya rêxistina Dram Doctors a brîtanî û rêxistina xêrxwazî ya Riya Ber Bi Aştiyê ve li Nexweşxaneya Hedase ya Orşelîmê hatiye birêxistinkirin.

 

Li gorî daxuyaniyê beşdarên qursê perwerdeyeke taybet wergirtine û bi amraz û teknîkên nû ji Îsraîlê vegeriyane Kurdistanê. Ew grûb dê alîkariyê bidin wan zarokên ku li navçeyên şer dijîn, r3ubirûyê cihêxwaziya etnîkî, ayînî û zayendî dibin.

 

Rêxistina Riya Ber Bi Aştiyê ya brîtanî di sala 2014ê de hatiye damezrandin û ji bo pêkanîna dostaniya di navbera nîştecihên herêmên şer û herwiha çareseriya zarokên nexweş kar dike.

 

Vê rêxistinê li Şingalê jî navendeke çareseriya nexweşiyên zarokan vekiriye, ku rêveberê wî Selî Bêker e. Bêker bi xwebexşî hevkariya mirovan dike û bi nijad Cihû ye. Vê grûbê di nav Nexweşxaneya Şingalê de navendeke hawarçûnê vekirine û bi riya vê navendê alîkariya darayî didin xelkê navçeyê û bi amêr û keresteyên pizîşkî çareseriya nexweşan dikin.

 

Par jî Balyoza Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî û kurda Êzidî Nadiya Mûrad serdana Îsraîlê kiribû û li ser rewşa nebaş a Êzidiyan karbidestên Îsraîlê agahdar kiribû, herwiha daxwaz kiribû tawanên DAIŞê yên li hember civaka Êzdiyan weke jenosîd were naskirin.

 

Malpera Nûçeyên Niştîmanî ya Îsraîlê jî eşkere kiriye, ku ev grûba Kurdên Êzidî çend rojekan li Îsraîlê mane lê ji box we dûrgirtina ji hestiyariyên siyasî, behsa vê yekê nekirine. Ji ber ku ti peywendiyeke fermî û nefermî yê Îsraîlê li gel Iraqê nîne, lewma berbirsan hewl daye ev yek ji bow ê grûbê nebe pirsgirêk.

 

Di dema êrîşa çekdarên DAIŞê ya di Tebexa 2014ê ya ser Şingalê de bi dehan hezar Kurdên Êzidî koçber bûn û gelek kesan xwe spartine Çiyayê Şingalê. Li gorî çakaniyên hikûmî û navdewletî di dema êrîşê de 4 hezar kes hatine kuştin û 6 hezar 800 kes jî ji aliyê çekdaran ve hatine revandin. Heta niha jî aqûbeta gelek kesan nayê zanîn.

 

Niha jî bi deh hezaran şingalî li Herêma Kurdistanê di kampên koçberan de dijîn. Ew koçber ji ber tirsa ewlekariyê nikarin vegerin Şingalê.  Ji ber êrîşên DAIŞê heta niha jî di serî de zarok, rewşa derûnî ya gelek kesan têk çûye û duçarê pirsgirêkên derûnî bûne.

 

Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, ku piştî êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê, ji bo komkirina zanyariyan derbarê kesên hatine kuştin û revandin de, Nivîsîngeha Serokwezîrî ya Herêma Kurdistanê komîsyoneke taybet damezrandiye, ji bo rizgarkirina dîlan bûdceyeke taybet terxan kirye.

 

Zêbarî da xuyakirin, ku ji bo rizgarkirin û vegerandina revandiyan bo nav civakê hikûmet hemû awayê amadekarî û alîkariyan dike.  

 

Bi gotina Zêbarî heta roja 23ê Gulana 2018ê, 3 hezar û 275 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku ji wan hezar û 148 jin, 336 zilam, 935 keç û 956 kur hatine rizgarkirin.  Heta niha jî 3 hezar û 146 kes hêj di destê DAIŞê de ne ku ji wan hezar û 465 jin in.

 

Dîndar Zêbarî herwiha da zanîn, ku kesên hartine rizgarkirin rastî nêzîkbûnên der mirovane yên çekdaran, êşkence û zordariyê hatine. Heta niha jî nêzîkî 100 jinên rizgarkirî ji bo çareseriya derûnî şandine Almanyayê.