Li Efrînê grûpên çekdar bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 2 grûpên çekdar li ser zeviya welatiyekî Kurd pev çûn, 3 çekdar hatin kuştin.

Grûpên Ehrar El Şerqiye û Hemzatê li Efrînê li ser zeviya welatiyekî Kurd bi çekên giran pev çûn.

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê ji Rûdawê re hatine ragihandin ji grûpa Ehrar El Şeqiyeyê 2 çekdar û ji grûpa Hemzatê jî çekdarek hatin kuştin.

Herwiha di pevçûnê de gelek çekdar jî birîndar bûne.