Zaxo- Mezintirîn yarîgeh li Zaxoyê hat vekirin
Zaxo (Rûdaw)– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî mezintirîn yarîgeha werzişî li ser asta Iraq û Başûrê Kurdistanê li bajarokê Zaxo ya parêzgeha Dihokê vedike.
Niha di merasîmekê de bi awayekî fermî yarîgeha werzişî ya bajarokê Zaxoyê hat vekirin. Bi wê armancê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Zaxoyê kiriye û di merasîma vekirina wê yarîzgeha mezin a werzişî de amade ye.
Piştî vekirina fermî ya yarîgehê, biryar e lîstikek dostane di navbera herdu tîmên fotbolê yên Iraqê û Zaxoyê bê encamdan. Portala Rûdawê bi awayekê zindî merasîmê û lîstika navbera herdu tîmên Iraqê û Zaxoyê ji bîneran re vediguhêze.
Tê gotin, di merasîma vekirina yarîgehê de mezintirîn Ala Kurdistanê hat bilindkirin ku dirêjiya wê 7 hezar metr e.
Çend agahî derbarê yarîgeha mezin a bajarê Zaxoyê:
Mezintirîn yarîgeh li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Odeya taybet bi guhertina cilûbergên lîstikvanan tê de heye.
Çîmenê yarîgehê ji curê Swêdî ye û di çend yarîgehên navdewletî de jî heman çîmen bikar hatiye.
Odeya taybet bi pizîşk û navbijîvan tê de heye.
20 milyon dolar ji bo çêkirina wê hatiye xerckirin.
Cihê 20 hezar temaşevanan têde heye.
12 dergehên wê hene.